Avakirina neteweyekê

13:50 - 9 Şibat 2013
Unknown Author
Cankurd

((I))

Bê guman pêdabûna kesayetiya mirov li ser rûyê vê zevînê, gava serekîn û bingehîn bû, ji pêdabûna civaka mirovî re, ji ber ku ev civak ji mirovan pêda bûye, û derketina kesayetiya mirovî di gerdonê de bûyereke gelek mezin bû di nêv sirûştê de, mirov ji ajalan pêda bûye an Xwedê ew li gor baweriyên olî bi taybetmendiyekê afirandiye, ciyê gengeşiyeke dûrokî ya dirêj e, hema pêdabûna civaka mirovî û avabûna kesayetiya civakê, wekî mestirîn bûyerên pêşketina mirovî ye. Di vê yekê de zanayên kesayetiyê û yên civaka mirovî, çi bawermend çi bêbawerî, yekdeng in. Guman tê de nîne.

Mirov dema bi serê xwe be, ew tenha li ser pêdiviyên xwe yên rojane, wekî xarin, vexarin, xweparistin ji ajalan, ji dûpişk û maran, ji xumxuma ewiran û lêdana birûskan, bi ser ve jî ji bo bicîhkirina razanga xwe, teviya dema xwe derbas dike, lê gava ew bi jin û zarok be, ew bi bira û xang be, ew êdî ne tenha xemwarê xwe ye, ew xema malbata xwe jî dikişîne û lew re ew dibe mirovekî civakî.

Pişt re ew malbat fireh dibe, zar û zêç bêtir dibin, û bi wê firehbûnê re histobariya mirovê ku berê bi serê xwe bû, mestir û balatir dibe. Ew binzor dibe bo pêdakirina têkiliyên civakî di nêvbera xwe û wan endamên civaka piçûk de, ya ku li derdora wî ye, bizavên curecure bike. Histobarî di komika mirovî de tên parvekirin û bi wê parvekirinê re deselatdariya civakî jî pêda dibe û herku firehtir dibe bêtir têye li saz xistin, têye organîzekirin. Çembera nasyarî û zanîna mirovî jî firehtir dibe, û bi zanîn û nasyariyê civak pêş dikeve û hêzdartir dibe. Bêguman pevçûn di nêv endamên komikê de jî pêda dibin û di pevçûnan de yên hêzdartir hêzingiyê, deselatê û bavtiya komikê dikin. Pejirandina encamên pevçûnan û parvekirina histobariyan jî serohat û traditionan pêda dikin. Di çanda civakî de heram (qedexe an berbestî) û helal (Ne qedexekirî an serbestkirî) tên naskirin û ji hevdu cihê dibin, zagon (Yasa) pêda dibe. Wilo em dibînin, ku civaka mirovî ya li darxistî, bi deselatî û histobariya civakî, bi çanda civakî, bi zagon û yasa û ol ava dibe.

Ji ber ku di zimanê Kurdî de, tevî ku ew zimanekî rast fireh e, pirtûkên li ser „Zanîna civakî“ nînin, lew re em ê di gotara xwe de pêrgî hinde astengiyan bên, û ji ber kêmbûna bêjeyên pêwîst û ravend bo şirovekirina mijarê: Avakirina neteweyekê, em ê binzor bibin wan pêda bikin, lê wê li gor bend û bingehên zimanê kurdî bin, wê asan bêne têgihîştin.

Mirov ji ku hatiye?

Li gor ol û baweriyên dînî, mirov ji aliyê Xwedê ve, ku kesek an tiştekî wekî wî nîne, mirov ji axê pêda kiriye û ji ruhê xwe nefesek daye wî, ew mirov bi navê Adem bû, ew kiriye serdestê hemî afirindiyan û ji giş melekan xwestiye, ku ewan serî ji Adem re deynin ‘Secdê bikin’, gişan ew ferman pejirandiye, tenha Iblîs ‘Şeytan’ nepejirandiye û gotiye, ku ew ji agir e û agir ji axê bi hêztir e û paqijtir e. Pişt re Xwedê ji Adem re jinek pêda kiriye, ku li gor oldarên Israîliyan, ew jin ji parsûyên Adem e, û ew jina ku bi navê Hewa bû, li gor dîtina wan Israîliyan, bûye egera derkirina mirov ji behiştê. Temenê mirovatiyê jî li ser rûyê zevînê, di “Israîliyatan” de, nagihîne 15000-20000 Sal.

Di nêvbera vê nêrînê û ya Islamê de ciyawaziyek heye, ji ber ku di Qurana pîroz de Iblîs herdukan dixapîne, hem Adem û hem Hewa, wilo jî jin nebûye egera xapandina Adem, ew bi xwe jî ketiye davka Şeytên. Ya dî ewe ku, mirov li gor Qurana pîroz demeke pir dirêj ji demê jiyaye, û tew nehatibû bi lêvkirin. Gava Xwedê xwestiye mirov pêda bike, ew viyana xwe li ber melaîketan tîne zimên û dibêje ku ew ê mirov pêda bike, melaîket bo Xwedayê xwe gotineke nêzîk vê dibêjin:” Ma tu yê wî yekî pêda bikî, ew ê ku xûnê dirijîne û zevînê diqerijîne?”

Mamhostayê zanînên Quranê, Prof. Dr. Gaborî, dibêje ku nedûr e mirov berî Adem bi milyonan sal jî hebûn, ji ber ku melîket ji ku ve dizanin, ku mirov xûnrêj û zevînqerêj in. Mirov ên berê hebûne, hema xûna hevdu rijandine, zevîn qerêj kirîne û hevdu qirkirine, lê em, mirovên niha, ji pişta Adem in.

Li gor zanîna mirovî, ku ji zû ve pirsin mezin li ser kok û maka mirov hatîne pirskirin, ev pêvaçûya mirovî, ji pêşkeftina hinek nijadên ajalî pêda bûye û pêş ve hatiye.

Hîn di dema Fînîkqiyan de, ku niştê wan Lubnan a niho bû, ger û çûyîneke bi navê (Hanno) heye, ew Hannon, ku di sala 520 Berî Zayînê de, ji Qurtaxe an Qirtaje bi 60 keştiyan derketiye, rûyê xwe daye Marakêş, û di Atlantîk re heta çemê Zêr, ku jê re (Rio de ORO) dibêjin, pişt re heta çemê Senîgal çûye,li hinek welatên Afrîka mirovin wekî Gorêlla dîtine, çend kes ji wan bi xwe re li keştiyên xwe bar kirine, lê di zireyê de ewan kuştine û tenha çermêd wan bo pûtperestgeha Yûnû bi xwe re anîne.

Helbestvanê ereb ê navdar, Ebûlela Elmeerrî (973 -1057), di helbesteke xwe de dibêje, ku tiştê xelk heyret kiriye, ewe ku ajalek ji hişkiyê pêda bûye. Hinek dibêjin ku mebesta wî pêdabûna mirov e. Ji xwe Ebûela Elemeerrî bi ol û dînan bawer nedikir û li ser wan helbestin balkêş vehûnandine.

Berî Darwîn bi sedan sal, civaknas û dûrokvan Ibin Xeldon (1332-1382), seriyê xwe bi mijara pêdabûna mirov êşandiye, ew asoyê jêrîn ê pêdabûna mirov bi asoyê bilind ê ajal „Heywan“ ve girê dide, û li ser pêdabûna mirov ji meymûnan tîne zimên. Dîtinên Ibin xeldon pir pêşdatirin ji derxistina kelexoyên mirovê „Naynderthal“ û mirovê „Cawî“, ku jêre „pithecanthropus Erectus“ dibêjin.

Lê çendîn zanîn pêş ve çûye jî, kesek nikane bi cîh bike, ku ew dîdarê va Pêvaçûya demdirêj a civaka mirovî ye, ji ber hindê jî, gelek dîtin û nasyarî tev li fantaziya zanyaran dibin, hema roj bi roj, paş evqas pêşkeftinên mezin di zanînên civakî û mirovnasînî de, û bi taybet zanînên DNA û kompûterên hêzbilind, mirovatî gav bi gav ber bi wê rastiyê ve nêzîk dibe, ewa ku mirov ji yek nijad û yek jêder dizane.
Qurana Pîroz jî, gotineke wekî vê dibêje, ku mirov yek netewe bûn, ol û baweriyê ewan ji ser hev belav kirin.


Nijadên mirovî -1

Tevî ku Xwedayê cîhbilind, di Qurana pîroz de dibêje, ku mirov giş ji Adem in û Adem ji axê ye, dîsa jî hinde dûrokvanên Musilman, wekî Elmesûdî vê yekê li gor fantaziyên xwe dide qelemkirinê û dibêje, ku ‚Kurd‘ ji nijadê „ên Gonê“ ne, ji neslê „Cinn“ hatîne, û nijadperestên Tirkan dibêjin ku Tirk ji nesl û nijdê gur in.

Ji wan fantaziyên erzan jî, gotina Elmesûdî, ku egera ciyawaziya rengên mirovan ji hev û din, ewe ku melekê mirinê, Izraîl ê Xwedê teala ew şandibû bo ji wî re axê bîne, da ew mirov jê pêda bike, ji her şêweyekî axê hinek anî, ji reş, ji sor, ji sipî û zer, û ji ber wê yekê mirov jî rengareng in.
Mixabin, di dûroka mirovatiyê de, gelek nêrîn û dîtinên çewt û nebaş di nêv mirovan de belav bûn, ewên serdest dixwastin bidin pejirandin, ku xûna wan şîn e, ne wekî ya mirovên bindest sor e, hinek „Rûmetdaran“ li Ewrûpa, digotin ku gel û mirovên binzorkirî ji nijdê „H’am“ in, ewê ku –li gor nêrîna wan a çewt – ji aliyê pêxember „Nûh“ ve hatibûn kolekirin, hinekan jî, û bi taybet ji Almanan, xwe ji nijdê zormendên bajêrê berxwedanê yê navdar „Troya“ didîtin, û li Firensa Firenkiyan xwe bi kurê lehengê navdar Hêktor ve girêdidan. Gava Nikolas Frḗret bizava xwe kiriye, va çewtiya dûrokî tazî û pûç bike, Firenkiyan ew di sala 1714ê de xistin zindana Bastîl a navdar. Li Rûsiya jî xanima Imperator Elîzabeth dûrokvanê Alman Müller avête zindanê, gava wî di sala 1749ê de bi cîh anî, ku Urus ji nijdekî Fînî-Teterî ne.

Van hevnizimkirinên nijaperest pevçûnên xûnî, qirkirinên nijadî û cengin wêrankar di cîhanê de pêda kirin. Hinek siyasetmend û nivîskarên Firensî, ceng û pevçûnên di navbera deselatiyên şahanî de, li Ewrûpa, wekî neyartiyeke sirûştî ya nijadan didîtin. Wan nijadên xwe Latînî bilindtir ji nijada germanî dizanîn û Alman wekî nijadekî hov ê li şûn mayî di şaristaniyê didan nasîn. Tersî wan jî Almanan xwe wekî nijadeke „Arî“ ya pir paqij, zîrek, zana, û xûnpaqij dinasîn, û hemî gelên cîhanê di bin xwe re didîtin. Ev baweriya çewt û nemirovane, li ba partiya Nazî, ya ku Adolf Hitler rêberê wê bû, di navbera 1933 û 1945 de, bû ramiyariyeke neteweyî ya tund û tûj, û ew polîtîk bû egera kuştina 55 milyon mirov, di cenga cîhanî duwê de, û bû egera çêbûna Holokoust , a ku tê de bi milyonan Ciho hatîne qirkirin, çi bi kuştinê û çi bi sotandinê di eytûnên agirî de û çi jî bi rêya çekên kîmî. Egera serekîn a cengên li dijî neteweya Kurd jî, ku ji dema Umewiyan ve, ta niha çêbûne, nijadperestiya sultan û padişahên ne Kurd bû, an jî ew nijadperestî çarîkek bû ji talankariya aborî ya niştê kurdan re. Li hember wan hêrişan, em dibînin, ku helbestvanekî bi navê Elmutewekkîlî di dema Ebbasiyan, bi Erebî bang li Ereban dike, dibêje:

„Ez ji neslê Cem im, û hilgirê jêmayê padişahên Ecem im“
„Bi min re alaya Kawiyan heye, û ez ê bi wê serweriya giş neteweyan bikim“
„Ez ê bala hilkişim, bi tîjka qelem û ya şûr ez ê bi serkevim“

Helbesta wî wilo tund serbilindiya nijada xwe tîne zimên, û pişt re Ereban erzan dike, heta zarowên Benî Haşim, ku pêxemberê Musilman , Muhemmed, silav û selewat lê bin, ji wê malbatê ye, dibêje:

„Bibêje bo Benî Haşim tevan, ewên ku soz û peymanan naparêzin“
„De vegerin herin Cezîreya xwe, da hûn marmaroşk û kuliyan bixun“

Nivîskarê amerîkî yê navdar Mark Twain (1835-1910) di pirtûka xwe de „Ewên bêgunah li derve“, ku sala 1869ê hatiye belavkirin, li ser gera xwe di Rojhilata Navîn û Türkiyê de, gelek gotinin nebaş û nexweş li ser gelên Musilman dibêje, ew nijadê Ereban bê hiş, bê mirovatî, bê wijdan, bê şaristanî û bê paqijî, dide xuyakirin, lê gava li ser Fillehan li Filestanê, di bajêrê Al-Nasire de, ku ewana jî ji nijadên Ereb û gelên herêmê ne, dipeyive, ew dibêje ku Filleh çendîn paqijin, tew li ba mêş, kêç û sipî nînin, ne jî ewana wekî Ereban li ser pişta suwar dibin, tew hêştirên qerêj, ên dikine pirepir, li ba wan nînin. Li ser va reşkirina nijadî ya neteweyekê, ku tenha ji ber ola wê çêbûye, pirtûka rojnamevan û nivîskar Robert Dreyfuss, di sala 2005ê de, bi sernavê „Lîska Şeytên“ belav kiriye, xweşik radiweste.

Li Firensa, Belçîka jî, pir ji mêj ve, hinek kesên ku puf agirê nijadperestiya neteweyî kirîne, berî derketina Adolf Hitler bi nêrînên xwe yên Nazî, ji zû ve hebûn, da agir gurrtir û hêgîntir bibe, wekî Mirquet û Pergameni, ku herdu zanayin mezin bûn, gelên Firensî û Ewrûpî, li dij Almanan dihurhitandin, û wilo didan xuyakirin, ku Alman gelek şeryar in, talankar in, koledar in, dizkar in, ji nijadekî nerûmetdar û mirovnehez in.

Li ba Ingilîzan, ku gelek ji wan bi serketina nijada „Ingilo-Saksonî“ bawer dikin, kîn û neyartî û nevîneke bê wekanî, di dev û sîngên wan de, li hember gelên Irlendî-Kiltî hebûn. Hîn di sala 1913ê de, şêwirmendê „kanzlerê“ almanî Theobald von Bethmann Hollweg li ser pêdabûna pevçûneke xûnî ya fireh û mezin, di nêvbera nijada „Arî“ ya gelê Alman û nijadên dî yên ku ne Arî ne, li ber serdar û serleşkerên xwe bi aşkereyî peyivî bû, û ji ber wê yekê li gor dîtina wî, pêwîst bû ku Alman bêtir çek ê debanan bo leşkerê xwe amade bikin û leşkerê xwe hîn bêtir mestir û hêzdartir bikin.

Li Amerîka gelek zanayên xudan nêrînên olî û ramiyarî hebûn, ewên ku piştvaniya kolekirina mirovên rengsiyah dikirin, û digotin ku reşikiya koleyan hîn ji dema Habîl û Qabîl de heye. Habîl û qabîl herdu kurên hezretî Adem bûn. Wan nijadperestên amerîkî digotin, ku dema Qabîl birayê xwe Habîl kuşt, xwedayê dadmend rû û çermê wî reş kir. Bi wê yekê kolekirina nijadeke mirovî ya sipî ji nijadeke mirovî ya reş re, wekî „Qeder“a mirovî didan nasdan. Eve jî tersî zagona Xwedayê dadmend e, ku dibêje mirov hemî ji Adem in û Adem ji axê ye, di nêvbera wan de, ne reng û ne ziman û ne jî nijad ciyê bilindiyê û serweriyê ne, nêzîktirê wan ji Xwedê ve, bêtirê wan e di tirsîn û baweriyê de. Di sala 1926ê de, li Bermingham, li Alabama, di rojên berî hilbijartinê de, belavokek hatibû belavkirin, têde ji aliyên hinek „Sipî“ yên amerîkî ve hatibû xwestin, ku mirovên ji nijadên „Sûrî“ û „Girîkî an Yûnanî“ wekî mirovên „Reşik“ bên jimartin, divê mafê wan jî di hilbijartinê de tune be, û giha bû wê pileyê, ku kesekî navê xwe bo hilbijartinê dabû belavkirin, xwe wekî „Xwepêşkiriyê mirovê sipî“ dabû nasîn û gotibû, ku eger serketina wî di hilbijartinê de bi dengên van hindikiyên ne „Sipî“ ve girêdayî ye, ew serketina xwe tew naxwaze. Hema gelê Alabama baş dizanî, ku ew direwan dike.

Ereban serweriya neteweya Islamê ji xwe re „maf“ dîtin, û piraniya wan li welat û navçeyên dagîrkirî, xwe wekî „Seyyid“ û „Serwer“ dane nasîn, û di nêv Musilmanan de terzekî wilo çewt ji ola Islamê belav kirin, û eve jî bû egera gelek serhildanên Antî-Ereb, û bi teybet li Iranê, ku dema berî Islamê Bexdad jî di bin destê Farisan de bû, û baweriyên nijadperest ên dij-Ereb û dij-Islamê jî, di dema Xîlafeta Ebbasî de, bi firehî belav bûn. Dibe jî van bawerî hîn ji dema Umewiyan de pêda bûbûn, ji ber ku Xîlafeta Umewî serdestiya nijada Ereb di Rojhilata Navîn de, bi darê zorê bi cîh anî, û gelek xûn jî ji bo wê yekê hate rijandin, bêtir ji xûna gelên ne Ereb.

Ji aliyekî dî ve, gava nijadek an neteweyek bi ser dikeve û yê derdora xwe binzor dike, eve encamin nebaş di nav wan gelên binzorkirî de pêda dike, û gelek kes ji wan bindestan nasnameya xwe, çanda xwe ya neteweyî, zimanê dayîk û bavên xwe, wekî cilin genî bûne, ji xwe davêje, û xwe mîna kes in ji neteweya serdest didin nasîn, û ji ber wê yekê, em dibînin çewa neteweya Ereb evqas mezin bûye, û peyva „Elmusteerîbon –ên Erebkirî“ bi kar tê bo rewştkirina wa piraniya, ku di koka xwe de “Ne-Ereb“ in. Niha li Amerîka jî rewşeke wilo heye, ku gelek mirovên ji nijad û neteweyên dî bi asanî têne pişaftin, û mixabin Kurd jî, ku gelek ji wan paş şikestina serhildana Xweybûn koç kirin Amerîka, di serî de ji xwe re hinek komele ava kirin, dawî tev di civaka amerîkî de winda bûn. Gelek Kurd êdî şerm û fedî dikin, ku xwe wekî „Kurd“ bidin nasîn. Ne tenê li Amerîka û ewrûpa, belku li piraniya welatên serdest, ku Kurd xwe tê de wekî „Hindikiyeke neteweyî“ dijmêrin, û di nav Kurdan de, wekî di nav gelek gelên Musilman de, peyva „Seyda“ belav e, ew jî bi wateya ku ev mele an ev şêx ji malbateke erebî ye, wilo ew serwer û pêşeng û bêtir xudan maf e di deselatdariya civakî û ramiyarî û olî de. Di rastiyê de, ewana malbatin ne Ereb in, xwe bi xwe pişaftine û xwe kirîne Ereb. Niha li Türkiye jî, bi hezaran malbatên Kurd xwe wek Tirk didin nasîn û gelek mirovên me, ji ber tirsa dûrokî ya temendirêj, tew bi Kurdî napeyivin û di malên xwe de jî bi Tirkî dipeyivin, û mixabin ji wan jî obeke mezin ji roşenbîran, hunermendan û polîtîkvanan heye. Wekî ez dizanim partiyekî kurdî jî zimanê fermî saziya wê „Tirkî“ bû.