Avakirina kampekî bo jinên tûşbûyî bi madeyên hişbir li Kirmaşanê

19:47 - 23 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi sedema zêdebûna hejmara jinên giriftar bi madeyên hişbir li parêzgeha Kirmaşanê, kampek bo ji nav birina madeyên han, hat lidar xistin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, kevrê binaxe ê pirojeya çêkirina kampekî, bo ji holê rakirina madeyên sirker( taybet bi jinan) li taxa“Kanî Sipî”a Kirmaşanê hat danîn.

Cîgirê pişka îdarî û malî a parlamentoya Îranê bo rûbirû bûn ligel madeyên hişbir, danîna xîmê wê projeyê wek; pêvajoya dermankirina jinên toşbûyî bi madeyên malkavilker ên hişbir wesifand.

Bi gotina wî berpirs ê bi navê Necîb Husênî, parêzgeha kirmaşan wek duyemîn parezgeha Îranê ye ku pêdaviyên pêwîst derheq kesên toşbûyî bi madeyên hişbir li wir hatiye dabîn kirin.

Ew navenda dermanî di mekanekî 500 metre panahî û bi bihayê 500 milyon Tomen pareyê nexdî, mezaxtin bi xwe girtiye.

Her wisa kampa han ku biryar hatiye dayîn bi şêwaza bikar neanîna dermanan, jehra madeyên sirker, li leşên tûşbûyên bi wan madeyan de der bixe, divê 5 hezar jinên parêzgeha Kirmanşanê tedawî bike.

Niha zêdeyî 100 navendên“Mêtadon dermanî” li parêzgeha Kirmaşanê çalakiyê dikin.

Li gorî lêkolînan, zêdeyî 60 hezar toşbûyî bi madeyên hişbir li parêzgeha Kirmaşanê hene ku navînî (miyngîm) a temenê wan navbera 20 heya 25 saliyê de ye.

Avakerê wê kampê di axaftinekî ligel cîgirê siyasî û civakî ê waliyê Kirmaşanê, destnîşan kiribû ku di her rojekî de 15 parsek li ser şeqaman tên komkirin ku piraniya wan toşbûyî bi madeyên sirker in.

Roja borî Riza Rehmanî Fezlî, wezîrê Navxweyî ê Îranê ragihandibû: Ji sedî 80 jinên giriftar bi madeyên hişbir, dev ji wan madeyan anîne û çûne ser jiyana normal û civakiya xwe.