Ava Gula Urmiyê Zêde bûye

15:38 - 1 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Çavdêrê nawenda lêkolîna avê a parêzgeha Urmiyê dibêje ava Gula Urmiyê zêde bûye.

Mêhreng Dustîrizayî di hevpêvînekê de tevî Îsna bilav kir: Di dema niha de rewşa gula Urmiyê seva barîna berf û baranê baştir bûye û eger ew yek dom bike ava gulê dê gelek zêde bike.

Dustîrizayî got :Di sala 1391 û 1392 a rojî de nêzîk bi 200 milyon metir a çargoşr av rêjiyaye nav gula Urmiyê û ev yek bûye sebebê zêde bûna 40 santîmetrî a ava gulê.

Vî da xuya kirin ku di sala 1391 a rojî de 147 mêlîmêtir ava baranê bariye,lê di sala nû de 226 mêlîmêtir heya niha bariye û ev yek dide xuya kirin ku bi beraword li gel sala derbas bûyî %34 zêde kiriye.