ALMAN: DIVÊ TURKIYE DEV JI KURDAN BERDE

14:29 - 17 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal a Almanyayê, duh 15/10/2012`an, daxwazên kempîna bi navê “bila nasnameya Gurd bê nasîn” guhdarî Kir.

Li gor nûçeyê malpera “Xendan”, Hinek endamên komîsyonê got li Tirkiyeyê li gorî çanda Tirkan nav tê dayîn û got li Almanyayê divê ev neyê kirin û endamê Partiya Çepgir Ingrîd Remmers jî balkişand ser qedexekirina PKK’ê û got: “Me gelek caran ji hikûmetê pirsî çima PKK hêj tê qedexekirin. Bersiva wan ev bû; ji ber rewşa Tikriyeyê. PKK’ê bi salan agirbest îlankir. Banga aştiyê kir. Ji ber qedexeyan kurd tên astengkirin.\"

Sekreterê dewletê jî Dr. Christoph Bergner jî der barê qedexekirinê de wiha got: “Almanya ji 1993’an heta niha PKK’ê wekî rêxitsin terorê dinase. Hebûna PKK’ê ji bo Almanyayê xeter e. Ji ber bûyerên terorê qedexeya PKK’ê dê bidome.”

Endamê komîsyonê parlmenterê Keskan Mehmet Kiliç jî wiha got ku: “Bi PKK’ê re hevdîtinê Osloyê hatin kirin. Protokol hatin îmzekirin. Hikûmeta Federal van dizane gelo?

Dr. Bergner jî wiha got: “Hikûmeta Federal piştigriyê dide çareserkirina pirsgirêka kurd. Em di vir de pêşniyaran ji bo Tirkiyeyê dikin. Tikriye divê otonomiya çandî bide kurdan. Mirov zehmetiyê dikişîne Erdogan fêm bikin.

Piştî axaftina Bergner, bi axaftina serokê Komîsyoan Daxwaznameyê Kersten Steînke bi dawî bûn. Steînke got daxwazên hatine berdestê wan dê di rojên pêş de bi runiştineke veşarî pêk bînin.