Ala Kurdistan û girtina welatiyên Kurd, aliyik nû bi xwe girt

21:44 - 28 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: bandorên binkên hukûmî li Ormîû tometên bi kar anîna Alaya Kurdistanê bi girtina welatiyik din, aliyik nû bi xwe digire.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li nîweya heyva borî de, hêzên ewlehiyê, welatiyik Kurd bi navê Ceifer Mîrzayî, girtin.

Ev niha li girtîgeha Ormî(Derya) de hewsiye, hatiye tawanbar kirin ku alaya Kurdistanê ser kumê zaroka xwe dirûye.

Jornalîstê Kurdp li Ormî bi erênî kirina nûça girtin û hews kirina vî welatiyê Kurd got: şaxa 1a dadgeha inqilaba Ormî, bi berpirsatiya dadwer Çabok, hukmê 6 heyv hewsa teizîrî, jêre birî.

Pêştir jî xwediyêşîrnî xaneyik li Ormî de bi hegera dîzayna alaya Kurdistan ser Kêyk de hatibû girtin û dikana wî zî hatibû daxistin.

Li heyva Banemera îsal de jî, fermandeyên pasgaha intizamiya Şino, bi ala Kurdistan bêrêzîû 3 serbaz ji girtin an dûrxistin.

Li midê heyvên borî de, bandorên sistematîkên binkên asayişê ser welatiyên Kurdên Ormî, proseyik ber bi zêdekirin de deye û li vê barê de, şoraya şarê Ormî, bi fermana payedarên asayişîû dezgeha Ferheng û Irşada islamî, dest bi guhirîna navên ciyan û taxên nawa şar kirine ku pitira wan navan bi Tirkiya Azerîû Farskî guhirandine.

Ala Kurdistan ji 3 rengên sor li serî, kesk li binîû rengê sipî li nawbera wan 2 rengane ku rojik zer li nawa vî rengê sipî deye ku simbola şorişên netewiyê gelê Kurd ji hukûmeta Simko, Şex Mehmûd, Ararat heya Komara Kurdistan 1946 û dewleta herêma Kurdistan bûye.

Partiyên Kurd yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, ala kurdistan bi fermî nas dikin.