Agirê Şaho ji topbaranê bû

16:46 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: Daristan, giha û xwezaya rêzeçiyayên Şaho li rojhilatê Kurdistanê, beriya niha bi du rojan bi şewateke dijwar re rû bi rû ma. Sedema wê şewatê jî topbarana Sipaha Pasdaran hat îlankirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdap û piştgiriya çend çavkaniyên agah ên herêmî, hêzên ser bi Sipaha Pasdaran (bêy tu sedemekî) devera çiyayî a Şaho li Serwava bi agirê top û çekên giran re rû bi rû hiştin û şewitandin.

Çavkaniyeke agah a herêmê ku nexwest navê xwe eşkere bike (vê derbareyê de) ji peyamnêrê Kurdpa re got: Roja yeklşemî 12`ê tîrmehê, Sipaha Pasdaran bi qest rêzeçiyayên Şaho dan ber topan û agir berdanê.

Heya niha sedemên wê topbaranê nehatine zelal kirin.

Hêjayê gotinê ye tevî vê yekê ku navendên peywendîdar ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê haydarê wan bûyerên şewatê ne, lê tu hewlekî bo vemirandina agir nagrin ber xwe. Her wiha li tu parêzgehên kurdistanê, alavên pêşkevtî yên vemirandina agir nehatine dabîn kirin.

Li aliyê din piraniya şêniyên Kurdistanê ser vê baweriyê ne ku xwezaya kurdistanê bi plan û senaryoyên pêştir hatî amade kirin ji holê tê rakirin. Piraniya caran bi hinceta ku hêzên dijberî hikûmetê li daristanan dimînin, Sipaha Pasdaran bi zanebûn xwezaya Kurdistanê dişewitîne.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêktên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildarî wan bûyerane. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.