Agir piştî 5 rojan pêsîra Selas Bavecanî berda

13:16 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: Agir beşek berçav ji daristanên devera sînorî ya bajarê Selas Bavecanî li rojhilatê Kurdistanê girte ber xwe. Piştî 5 rojan ew şewat hat kontrolkirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Beriya niha bi çend rojan, beşek berçav ji daristan û xwezaya devera Bîzil a ser bi Selas Bavecanî, tûşî şewatê bû û bi yek carî bû rejî.

Ew agir piştî 5 rojan, bi alîkariya Encûmena Kesk a çiya li Merîwan, Encûmena Kesk a Lawan li Ciwanro, hezkiriyên jîngehparêzî li Pawe , Encûmena Parastina Xweza li Selas Bavecanî û rûniştvanên gundê Gezne hat vemirandin.

\"28211.jpg\"
Hêjayê gotinê ye, di dema kontrolkirina agir de, çendîn mayînên çandî hatine teqandin, lê zirarê canî lê nekevtine.

Piraniya şêniyên rojhilatê Kurdistanê ser vê baweriyê ne ku xwezaya kurdistanê bi plan û senaryoyên pêştir hatî amade kirin ji holê tê rakirin. Gelek caran bi hinceta ku hêzên dijberî hikûmetê li daristanan dimînin, Sipaha Pasdaran bi zanebûn xwezaya Kurdistanê dişewitîne.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêktên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildarî wan bûyeran e. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.