Agir pêsîra Aviyer jî girt

15:23 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya tunekirina xwezaya rojhilatê Kurdistanê ji aliyê çavkaniyên nediyar ve, seyrangeha Aviyera Sine jî bi awayekî gumanbar di nava guriya agir de bû rejî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 2`ê tîrrmehê şewateke berfereh pêsîra seyrangeha Avyer a Sine girt û ew dever li çar hêlan ve bi şewatê re rû bi rû ma.

Di wê agirpêkevtinê de beşek berçav ji darûbar û şînahiya wê seyrangehê şewitîn û ter û hişkê aviyerên bi hevre qeliyan.

Hêjayî gotinê ye herçend serçaveyek ron bo wê agir pêkevtinê bi dest nekevtiye, lê çavkaniyên herêmê ragihandin ku ew agirpêkevtin bi awayekî qesdane û bi plan, ji çar hêlan ve hatiye encam dan.

Peyamnêrê Kurdpa li Sine vê derbareyê de ragijhand: Ew agirpêkevtine ku demjimirê 09:00`ê şev gihiştibû asta here bilind, ji herderê bajar dihat dîtin. Piştre agir ji aliyê şêniyên taxê û çalakvanên jîngehparêz ve hatibû vemirandin.

Di demekê de ku tevahiya surişta Kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçe, li aliyê din Sine wek navenda Parêzgeha Kurdistanê tê hesibandin, lê heya niha tenê helekopterek jî bo venirandin agir bo wê parêzgehê ji aliyê hikûmetê ve berçav nehatiye girtin.

Gêrêdayî vê mijarê, 3 rojên borî, Serdeşt jî bi bûyera şewatê re rû bi rû mabû ku çavkaniyên herêmî ew wek planeke hikûmertê bo ji holê rakirina xwezaya Kurdistanê dabûn zanîn.

Aviyer bi bilindahiya 2 hezar û 350 kîlometreyan, li parêzgeha sine bicih bûye ku cem şêniyên deverê cihekî pir jê hezkirî tê diyarkirin.

Hejmarek rûniştvanên Sine biryardane bo qerebûkirina wê xisarê, pêcşemiya pêşberî me, bi çandina çandîn şitlên cihê reng ên dar û çîçekan (bi qasî serê derziyê be jî) kêmek ji şewata dilê xwe ya bi aviyerê hênik bikin.

Agir pêkevtina çiyayê Aviyer li Sine