Agir berdewam zozan û daristanên Kurdistanê dişewitîne

20:45 - 9 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Şewatên çol û daristanên Rojhilatê Kurdistanê bi dawî nabin. Di wan çend rojên dawî de, bi sedema agir û şewitîna daristanan, xwezaya Kurdistanê bi zirarereke mezin re rû bi rû bûye.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh beşek berçav ji zozan û daristanên çend Gundevarên ser bi Îlama Rojhilatê Kurdistanê di nava guriya agir de bûn rejî.

Bi sedema wê şewatê 5 hektar ji daristanan, zirarmend bûn.

Bi gotina payamnêrê Kurdpa li Îlamê, agirê bi daristanên deverên çiyayî ên Zerdelana wê parêzgahê ketî, ji aliyê şêniyên xwecihî ve hatiye vemirandin.

Hêjayî gotinê ye heya dema weşandina vê nûçeyê, ji sedemên wê agir pêketinê agahiyek zelal bi dest neketiye.

\"26914.jpg\"
Girêdayî vê mijarê hefteya borî jî, li Sîrwana Îlamê dîsa 10 hektar ji daristanên berû û zozanên vê deverê, bi şawatê re rû bi rû bibû.

Erdnîgariya asteng a deverê, çiyayîbûn û nebûna rê û banan, ji sedemên sereke ên nevemirandina agir li wan navçeyan hatine dest nîşan kirin.

Piştî şewata bi hev ve girêdayî a dar û zozanên Îlamê, daristanên beşa Zerînava jî bi vê bûyera şewitînê re rû bi rû ma.

Di wan çend rojên dawiyê de bi qasî 120 hektarî, darsitanên parêzgeha Îlamê zirar dîtine. Beşa herî zor a wê xisarê li devera Şilem pêkhatiye.

Bajarên din ên Kurdistanê

\"26916.jpg\"
Merîwan jî di hefteya borî de, 4 haletên şewatê li wir qewimîne ku gundê “Nêy” mezintirîn xisar bi xwe dîtiye.

Li aliyê din, beşek berçav ji daristanên Rîcab tûşî şewatê bibûn û zireke mezin dîtibûn.

Duh jî bajarên Serpolzehav û Gîlana Rojava rastî hema pirsgirêkê hatibûn.