Agir berdewam xwezaya Kirmaşanê diqurtîne

21:02 - 28 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: 10 hektar ji daristan û şînahiya Kirmaşan li Rojhilatê Kurdistanê, di nava guriya agir da ma û bû rejî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh çarşemî 27`ê gulana 2015`an, pişkek berçav ji daristanên devera“Serab Kaşenbê”a beşa Mahîdeşt li Kirmaşanê, tûşî şewatê bû û piranî darên berûyan di nava agir de man.

Hîna jî nûçeya vemirandina agir negihîştiye ajansa Kurdpa û sedema wê bûyerê jî nehatine kifşkirin.

Gorî raportên bidest keftî, heya niha karbidestên hikûmeta Îranê yên têkildarî wê bûyerê, bo vemirandina agitr tu hewlek ji xwe nîşan nedane.

Hemwelatiyan bi caran ragihandine ku piraniya şewatên li daristan û xwezaya Kurdistanê diqewim in, ji aliyê kesên girêdayî bi navendên ewlekarî û leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê ve tên encamdan.

Gorî bîlançûya li navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî tomar kirin, li sala 2014`an, bi ser hev 235 haletên agirpêkevtinan li deverên Rojhilatê Kurdistanê hatine holê; ji wan 174 halet li Sine, 37 li Kirmaşan, 17 li Urmiye û 7 halet jî li parêzgeha Îlamê qewimîn e.