Abdanan/ Renge gaza bajarî, bibe sedema rûdana teqînê

20:11 - 22 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema rûdana teqînekê di yek ji taxên bajarê Abdanan li parêzgeha Îlamê de, 5 endamên malbateke Kurd bûne qurbanî.

Li gora van nûçeyên ku belav bûne, sedema kuştin û birîndarbûna van 5 kesan, renge jêçûna (liberçûna, neşta) gazê ji boriya veguhastina gazê ve bûbe. Ew teqîn di taxa “Bûtekî Baqir Sedr” de rû daye.

Êvariya heman rojê ragehandinên hikûmetî, teqîna butla gazê wekî sedema teqînê ragehandibûn, lê êvariya roja borî hinek nûçeyên dij bi hev derheq sedema teqînê belav bûne.

Di demekê de ku serokê kompaniyayên gaza bajarî a Abdana her cure têkirina gazê bo nav boriyên vê taxa bajar ret dikin. Bajardariya Abdanan di gotûbêja digel ÎSNA de bas ji ne zelalî û ne diyarbûna sedema teqînê kiribû.

Akinciyên wê taxê jî pêdagiriyê dikin ku destpêkê bêhna gazê dihat, û xeynî vê yekê jî, sê butlên gaza vê malbatê sax in, û derbe nedîtine.

Nûçegihaniya “Mêhr” ji zarê yek ji karnasên Kîmyayê ve ragehand ku: “Jêçûna gaza bajarî bûye sedema vê ku gaz here nav kunên binerdê de, û di encam de, ji vê riyê ve çûye nav malê, û bûye sedema teqîna”.

Ew teqîn bû sedema canjidestdayîna bavekî 60 salî, û birîndarbûna çar endamên din ên vê malbatê, ku rewşa cendekî ya diya malbatê bi şewitîna %50, û kurê malbatê bi şewitîna kêmtir ji %50, ne baş e, û tenê tendirustiya du keçên din ên malbatê heya astekê baştir e.

Nebûna îmkanat û kadrên şareza bûye sedema vê ku qurbaniyên vê karesatê veguhêzin bo bajarê Îsfehanê.

Bajarê Abdanan bi zêdetir ji 50 hezar akinciyan ve, li 160 km a başûra parêzgeha Îlamê de cih girtiye.

\"29039.jpg\"

\"29042.jpg\"

\"29041.jpg\"