8 hektar ji daristanên Baneyê şewitîn

16:15 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya şewat û agirpêketina xwezaya rojhilatê Kurdistanê de, darûbarên derdora Baneyê jî di nava guriya agir de man.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 30`ê hezîranê zêdeyî 8 hektar ji darsitanên “Micese û Bilwe”a Benyê bi şewatê re rû bi rû bû.

Çavkaniyên agah ên herêmî li ser vê bûyera agirpêketinê destnîşan kirin ku şewata daristanên Baneyê zirarek mezin gihandiye xwezaya kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye tevî haydarbûna berpirsên hikûmeta Îranê yên têkildarê wê pirsê, tu hewlek ji bo vemirandina agir ji xwe nîşan nedane. Ew agir ji aliyê hemwelatiyan ve hatiye vemirandin.

Heya niha raportek li ser sedemên wê şewatê nehatiye weşandin.

Her agirek li xwezaya kurdistanê pêkbê bisedema berferhbûna xweza û suriştê dê demeke nêz de, herderî bi xwe digre ku di egera kontirolnekirina wê şewatê ji aliyên şêniyên deverê ve, agir dê gund û bajaran jî bi tevahî bigre.