8 girtiyên Kurd li Urmiyê hatine bidarvekirin

19:24 - 13 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa: Sipêdezû ya roja Duşemî berwarê 20’ê Rezbera sala 1394’an, di girtîgeha “Derya” ya bajarê Urmiyê de, 8 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin.

Nûçegehanê Kurdpayê li bajarê Urmiyiyê ragehand ku bidarvekirinên han piştî veguhastina şevane ya girtiyan bo odeyên takekesî tên encamdan.

\"28799.jpg\"
Ev hemwelatiyên ku hatine bidarvekirin, di çend salên derbazbûyî de, bi tawana bazirganî bi madeyê hişber hatibûn tawanbarkirin û biryara bidarvekirina wan jî, ji aliyê Divana Bilin a Welat ve hatibû piştrast kirin.

Navê 5 kes ji bidarvekiriyan bi vî awayî ne:
Kamran Reşîdî Kurê Dîno
Rostem Perîzîn kurê Faris
Xelîl Ebdalî kurê Kamil
Ye’qûb Elîzade kurê Elî
Cehangîr Sehrayî kurê Yûsif

Heyamek berî niha Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê ev yek eşkere kir ku, piraniya wan girtiyan ku bi tometa madeyên hişber tên bidarvekirin, çalakên siyasî û mafên mirov in ku bi awyek nadadperwerane ev ceza biser wan de tê sepandin.

\"28800.jpg\"
Her derheq bi 10’ Octoberê roja cîhanî ya sekinîn li dijî cezaya bidarvekirinê, rêxistina mafê mirov a Îranê di serhejmêriyekê de eşkere kir ku, îsal amara bidarvekirinê di Îranê de bi qasekê zêde bûye ku di 25 salên derbazbûyî de bê mînak e.

Rêxistina navbirî amara girtiyên ku di sala 2015’an de li Îranê hatine bidarvekirin 800 kes ragehand.