70 JI SEDÊN XANÎBERYÊN ÎRANÊ NE QAHÎM IN

21:09 - 14 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Karnasek Bînasaziyê di wê bawerê de ye ku 70 ji Sedên Malên Îranê ne qahîm in û di encama erdhejek bê hêz de yê biherifin.

Paşê erdheja Azerbaycanê bi hêza 6.2 Rîşteran di rojên bihorî de, “Îsna” bas ji ne qahîmbûna malên Îranê kiriye.

Beytulla Settariyan dibêje: di zorîneya bajar û gundên Îranê heke Erdhejek kêmhêz jî bê, 60 heya 70 ji Sedên Malên xelkê yê kawil bibin.

Ev Berpirs, Xaniyên Tehranê qahîm dide zanîn lê dibêje divê Dewlet zaftir bala xwe bide ser warê Xanîberyan.

Berîtir “Behram Ekkaşe” gotibû li gişt Cîhanê erdhejek 6 Rîşterî 6 kuştiyan dide lê li Azerbaycana Îranê 300 kuştî li pey xwe hiştin.

Qahîmçêkirina malan û haydarkirina xelkê, 2 sedemên sereke ji bo wê Bûyerê ne.

Her wisa nebûna zanîna di warên taybet de, Kedkarên xwedî zanyarî û nebûna Saziyên Kuntrolker li gundan, bûne egera kawilbûna gundan di erdhejan de.