%70 ji kedkarên Îranêli jêr hêala hejariyê de dijîn

16:29 - 4 Nîsan 2012
kurdpa: Endameke Şêvra Îslamiya Kar ya parêzgeha Tehranê ragehand kuji sedî 70 kedkarên Îranî li jêr hêla hejariyê de dijîn.

Elî Dêhqankiya endamê lêjneya birêveberênawenda Şêvrên Îslamî ên kar li parêzgeha Tehranê de ragerhand: xercê xwarina mehane ya malbateke kedkar yek milyon û 500 hezar tûmen e, û destmêzdê kedkaran li îsal de bi bê berçavgirtina helawsan (teweroman) hatiye diyarî kirin.

Şêvra bilind a Kar heqê mehane ê kedkaran bo sala 1391’an 390 hezar tûmen diyarî kiriye.

Ji aliyek din ve berpirsyarê sendîkaya kedkarên girêbestî, li ser vê bawerê ye ku nêzîk bi %80 ji kedkarên girêbestî li jêr hêla hejariyê de dijîn.