4 welatiyên Kurd hewla xwekuştinê dan

21:07 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Amara xwekuştinê li Kurdistan û Îranê roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe. Di nûtirîn hewildanên xwekuştinê li rojhilatê Kurdistanê, 4 halet hatine ragihand ku 3 ji wan gihîştin encamê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kudpa, kabûsa xwekuştinê berdewam qirika ciwanên kurdistanê diguvişîne. Di wan dawiyane de, 4 ciwanên din bûn qurbaniyên wê bûyerê.

Beriya niha bi çend rojan, 3 welatiyên gundê Kelreşa ser bi Serdeştê dest bi xwekuştinê kirin ku di encamê de du ji wan jiyan axwe ji dest dan.

Peyamnêrê Kurdpa li Serdeştê nasnameya wan du kesane, Ebdulah (A) û Ferzad (M) ragihand.

Li aliyê din duh 3`ê hezîranê jî, xwendekareka Pîranşarî a bi navlê Kanî Agoşî (23) li mala şexsî ya xwe bi benekî xwe daliqand û dawî bi jiyana xwe anî.

Ew xwendekara ciwan, keça Mihemed Emîn Agoşî zindaniyê siyasî yê Kurd li zindana navendî ya Zahîdanê bû.

Di çend salên dawî de, nebûna derfeta kar, astengiyên debara jiyanê û pirsgirêkên madî, rewşa jiyanê li rojhilatê Kurdistanê û welatê Îranê bi giştî, bi kirîzekî re rûbirû hiştiye ku hîma û nîşaneyên vê liser civakê bi avayekî eşkere tên dîtin.
Tevî vê yekê ku hikûmeta Îranê bi rojane şahîdê haletên xwekuştinê di Kurdstan û Îranê de ye, lê tu hewlekî ji xwe nîşan nade û berovajî vê yekê, wan kiryaran wek tiştek negrîn; di asta bûyeran de nabîne.