330 hezar kes li derdora Kirmaşanê dijî

20:21 - 15 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Fermandarê Kirmaşanê dibêje ku niha 330 hezar kes li herêmên derdora vî bajarê mezin wate Kirmaşanê de dijîn.

Li gora rapora ku nûçegihaniya “Mêhr” belav kiriye, fermandarê Kirmaşanê bi navê Fezlulah Rencber, di rêûresma vekirina pirtûkxaneya giştê de ragehandiye, ku ew kesên li derveyî bajar dijîn, metirsiya hejariya çandî û civakî li ser wna heye.

Navbirî di dirêjiyê de ragehand ku hinek program di çarçoveya “nawenda vegeşandina herêmên derdora bajar” hatine amadekirin, ku ji bo pêşkevtina van herêman wê gellek baş be.

Li ser bingeha serjimêriyên ku ji aliyê nawenda serjimêriyan a Îranê ve hatine belavkirin, di sala 2011’an de, nifûsa Kirmaşanê 851 hezar û 405 kes bûye.

Koçkirina ber bi bajarên mezin, û bêşiyaniya derheq çêkirina avahiyan ji xwe re, bûye sedem gellek kes li derveyî bajaran de jiyana xwe derbaz bikin.