300 Kirmaşanî di benda pêwendkirina gurçikan in

19:51 - 14 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Birêvebirê Civata piştevaniya ji nexweşên gurçikan bas ji hebûna 300 nexweşên diyalîzê kiriye.



Husên Bîglerî bi boneya hefteya piştevaniya ji nexweşên gurçikan di gotûbêja bi ÎSNA re ragehandiye ku: “Ew kesane li gora rewşa temen û rewşa leşê wan biryar li ser pêwendkirina gurçikan ji wan re tê dayîn, ku bi vî awayaî di parêzgeha me de, me 300 kes hene”.

Wî herwisa ragehand ku: “Kirmaşan bixwe cemsereke pêwendkirina gurçikan di Rojava ya welat de ye, û heya ew emeliyatên gurçikan yên parêzgehên Îlam, Kurdistan, û Loristanê jî di Kirmaşanê de bi rê ve dicin”.

Navbirî dibêje ku li ser bingeha nirxên dewletî xercê kirîna gurçikan nêzî 14 milyon tûmenî ye, lê hinek kesên firoşyar cuda cuda pere werdigrin û di dawiyê de li ser kiryar, xwe li 20 milyonî dide.
Navbirî herwisa got: “kesên xwazyarê pêwendkirina gurçikan, zêdetir kesên ser bi malbatên xizan û desteng in, û wan kêmiya vîtamînan heye, û hekî em dermanên herî baş jî bidin wan, da ku vîtamînê bigrin, dîsan jî bê encam dibe”.