3 welatiyên Kurd xwe kuştin

16:12 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Xwekuştina ciwanan li rojhilatê Kurdistanê wek bobelateke mirovî, roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe. Dîsa 3 hemwelatiyên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, keçeke ciwan a Serdeştî bi navê “Çawî . Q” bi sedemeke nediyar xwe kuşt.

Peyamnêrê Kurdpa li Serdeştê ragihand: Wê keça ciwan a 21 salî ji rêya daliqandina bi werîs (ben), dawî bi jiyana xwe anîye.

Girêdayî heman mijarê, keçeke temen 24 sal a bi navê “S.W” li Pîranşarê jî, bi sedema pirsgirêkên malbatî xwe daliqandibû û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû.

Her wiha di wan dawiyane de, 10 welatiyên gundekî Serdeştê bi hevre hewla xwe kuştinê dabûn ku ji wan 4 kesan dawî bi jiyana xwe anîbûn.

Hejarî û nebûna debara jiyanê, ji sedemên sereke yên wan xwekuştinan tên hejmartin.

Li aliyê din, hemwelatiyekî din ê kurd li gundê “Zemkan ê ser bi bajarê Selas Bavecanî ” beriya niha bi çend rojan, bi rêya darvekirinê hewila xwekuştinê dabû û di encamê de jiyana xwe winda kirbû.

Çavkaniyeke herêmê vê der bareyê de ji peyamnêrê Kudpa re gotiye: Ew welatiyê Kurd eyaldar û xwedî du zarok bû ku bi sedema hejarî û nebûna debara jiyanê, dawî bi jiyana xwe aniye.

Hêjayî gotinê ye, di wan mehên dawiyê de, xwekuştina hemwelatiyan li rojhilatê Kurdistanê ber bi zêde bûnê ve diçe. Eva di demekê de ye ku karbidestên hikûmeta Îranê tu hewlekî bi vê munasibetê nagrin berxwe û lêkolînê li ser sedemên wan bûyeran encam nadin.