3 rêxistinên jîngehparêzî daxwaza alîkariyê ji Rûhanî kirin

16:36 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: 3 rêxistinên ser bi gel û hezkiriyên xwezayê, bi nivîsîna nameyekî ji Hesen Rûhanî ê serkomarê Îranê re, ji wî xwestin ku rewşa xweza û ekolojî li Kurdistanê beraçavan re derbsa bike.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Navenda Çiyavanî a Sine, Encûmena Xêrxazî a Kurdistanê û her wiha Encûmena Jîngehparêzî a Sine, bi nivîsîna nameyekî ji Rûhanî xwestine ku rewşa xwezaya Kurdistanê a (ku berbi ji nav çûnê ve diçe), ji bîr neke.

Di beşek di wê anameyê de hatiye:“Em rêxistin û şêniyên rojhilatê Kurdistanê, nemaze rûniştvanên parêzgeha Sine, ji te wek serkomarê hilbijartî, daxwaz dikin ku xweza û ekolojiya kurdistanê, berçavan re derbas bike; ew demeke jîngeha bajarên kurdistanlê bi bûyerên şewatê re rû bi rû dimîne, eva di halekîdaye ku navendên hikûmetî ên têkildar li Kurdistanê, ne tenê hewlekî bo kontrolkirina agirê wan cihane nagrin ber xwe, belkî bi xemsarî lê dinihêrin.

Di beşeke din a wê nameyê de tevî amajekirin bi çêkirina neyasayî a bendavan li Kurdistanê, ji Hesen Rûhanî daxaz hatiye kirin ku pêşî ji wî karî bê girtin; ji ber ku çêkirina barajan, ziyanê digihîne av û xwezaya Kurdistanê. Herwiha rewşa kambax a “Kanîbil” jî di vê nameyê de nehatiye ji bîr kirin.

Naveroka kamîl a vê nameyê di beşa Farsî a ajansa Kurdpa de bibîn in.