3 Kurdên Kirmaşanî tevlî DAÎŞ`ê bûn

20:03 - 30 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya çûna hemwelatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bo nav DAÎŞ`ê, vêca li Riwansera Kirmaşanê, 3 ciwanên wî bajarî tevlî Dwleta Îslamiya Îraq û Şam (DAÎŞ) ê bûn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di wan rojên dawî de jêr navê Cîhad (Xeza), 3 welatiyên Kurd ên Kirmaşanî çûne nav DAÎŞ`ê.

Payamnêrê Kurdpa li Riwanserê, nasnameya yek ji wan kesane “M.K”yê 30 salî destnîşan kir.

Muxtar Hûşmend, çalakvanê siyasî yê Kurd û pispor li ser Îslama Siyasî, bi piştigiriya ragihandinên girêdayî DAÎŞ, hejmara Kurdên Rojhilat ku heya niha tevlî wê rêxistinê bûne, 100 kes îlan kiriye.

Muxtar Hûşmend amaje bi vê yekê jî kiriye: Gorî amarên ku ji destpêka avakirina Xelafeta Îslamî heya niha hatinî weşandin, nêzî 700 ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çûne nava DAÎŞ`ê. Piraniya wan di 6 mehên destpêkê jêr navê Cîhad (Xeza) ber bi Sûriye û Îraqê ve çûne û tevlî wê rêxistinê bûne. Hejmarek jî beriya êrîşa DAÎŞ bo ser Herêma Kurdistanê ji rêya Başûr çûbûne nav wê rêxistinê, piştre jî piraniya hatin û çûyîna Kurdên Rojhilat bo nav DAÎŞ ji rêya Tirkiye û Îraqê ve hatiye encam dan.

Her wiha ji zarê Muxtar Hûşmend ve hatiye ragihandin ku gelek Kurdên ku tevlî DAÎŞ`ê bûnî, bi awayên cur bi cur ji wê rêxistinê cuda bûne. Mimkine 200 kes jî hatibin kuştin, lê heya niha tenê kuştina 90 kesî hatiye piştrast kirin.