24 kamyon zibil li mala Pîrejineke Bokanî +Wêne

21:20 - 27 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: 100 ton ji cureyên cihê reng ên ziblan, di mezela şexsî ya pîrejineke Bokanî li Rojhilatê Kurdistanê, hat keşfkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çavdêrên şaredariya Bokanê di mala şexsî ya pîrejineke 60 salî de, 24 kamyon zibil vedîtin. Di nava wan ziblan de lastîk, hesinên rizî , qotiyên tenekeyî, şûşeyî û lekî, kaxiz, karton, naylon, pêlavên diryayî û…hwd dihatin dîtin.

Ew hemû zible, bi 24 kamyonan li hundirê wê malê hatiye derxist in.

Cîgirê Karûbarên nav bajêr yê Şaredariya Bokanê vê derbareyê de gotiye: “Bi belavbûna bêhneke nexweş li taxa ku mezela şexsî ya wê pîrejinê lê ye (şeqama Sûmeye Sirûş 15), şêniyên deverê ji wê malê bi guman dibin û şaredariyê haydar dikin.

Bi Gotina payamnêrê Kurdpa li Bokanê, wê jina 60 salî, zibil wisa enbar kiribûn ku derî bi zûrê dihat wekirin.

Tê gotin ew 10 sal bûn ku wê pîrejinê dest bi komkirina wan ziblan di mezela şexsî ya xwe de kirbû.
\"26728.jpg\"

\"26729.jpg\"

\"26730.jpg\"

\"26731.jpg\"