Bokan; Binçavkirina bereday ya Îbrahim Caneferd, sîyasîyê berê û veguhestina bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê

00:16 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2025

Di rojê Şemî 21ê Pûşpera 1404an a Rojî de, Îbrahim Caneferd, ciwanekî kurd xelkê Bokan û sîyasîyê berê, ji alîyê hêzên ewlekar ve hat binçavkirin û hate veguhestin bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê.
 
Gore gotina çavkaniyek agah: Sibeha Şemiyê 21ê Pûşpera 1404an a Rojî, Îbrahim Caneferd, ciwanê kurd ê xelkê gundê "Rehîm Xan", a ser bi bajarê Bokanê, û sîyasîyê berê, bi êrîşa hêzên ewlkar ve hate binçavkirin û hate veguhestin bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê.
 
Vê çavkaniya agehdar di dewamê de got: Hêzên ewlekar bê ku belgeya dadwerê nîşan bidin ev ciwan binçavkirin e, û di dema binçavkirinê de jî bê hişyarnameya dadwerê mobîla wî jî dest bi ser girtin û birin.
 
Divê bê gotin, Îbrahim Caneferd çend salan beriya niha ji ber yekbûnê bi yek ji partiyên Kurdistanê û vegerîna wî bo Îranê hatibû binçavkirin û ji hêla dadgehekê ve bi çar sal girtîgeha ragirtî hatibû cezakirin.
 
Heta dema belavkirina vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirina vî ciwanê kurd tune ye.