Urmiye: Berdewamîya binçavkirin û ragirtina Vehab Elîzade li cihek nediyar piştí  derbasbûna 22 rojan

10:43 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2025

Bi derbasbûna 22 rojan li ser binçavkirin a Vehab Elîzade, welatiyê Kurd ê xelkê gundê "Dokana" ya ser bi navçeya Mirgewer a girêday bajarê Urmiye, ti agahî li derheq cihê ragirtin û rewşa wî nayê zanîn.
 
Li gor gotina çavkaniyeke  agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Di vê heyama 22 rojan de, Elîzade mafê hebûna parêzer û hevdîtinê bi malbata xwe bêpar maye, tenê telefona kurt bi malbatê xwe kiribû, bê awayê malbatê agahdar binê cihê girtinê û rewşa wî bibin.
 
Roja Duşemî, 9ê Pûşpera 1404'an a Rojî, Vehab Elîzade, welatiyê kurd ê xelkê gundê "Dokana" a ser bi navçeya Mirgewer a girêday bajarê Urmiye, bi bê belgeya dadgehê, hêzên îtla`atê êrîşî li malê wî kiribûn û ev binçavkiribûn û bo cihek nediyar veguhastin e.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê kurd tinîn in.