Urmiye; Ji bo sê kesên ku di xwepêşandanên 1401ê de hatibûn binçavkirin, cezayê îdam û hepsê hat dayîn

22:51 - 9 Şibat 2025

Pêjman Soltanî, yek ji girtiyên Serhildana Şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Cezayê Giran a Urmiye ve bi îdiaya "kûştina bi zanebûn" û Rizgar Bêygizade Babamîrî û Elî naskirî bi (Soran)  Qasimî jî her yek bi 15 û10 sal û yek roj cezayê ragirtî" hatin cezakirin. der." Bersûcê din ê vê dozê Kawe Salihî jî ji bersûcên dozê hat berdan.
 
Civîna dadgehê ji bo guhdarî kirina tohmetên van 4 girtiyên siyasî, roja 9ê Befranbara sala 1403an a Rojî, li taya yekem a dadgeha tawanên zarokan a parêzgeha Urimiye, birêve çû û roja 26ê Befranbarê jî, cezayê wan li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat bidest xistin.
 
Her wiha dosyeyek din jî li Dadgeha Şoreş a Urmiyê der heqê van 4 girtiyên siyasî û Cewanmerd Mam Xosrewî de hatiye vekirin û bi tohmetên “şerê li dijî Xweda”, “alozî”, “bazirganiya madeyên hişber” û “qaçaxçîtiya Starlink” tên darizandin.
 
Roja 26ê Xakelêweya sala 1402’an a Rojî de, Elî naskirî bi (Soran) Qasimî 28 salî û kurê Nasir, Pêjman Soltanî temen 32 salî û kurê Ebdullah û Kawe Salihî temen 42 salî û kurê Ehmed, bê belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di malên xwe yên şexisî de hatin binçavkirin û bo navenda Îtilaata Urmiyê hatibûn veguhastin.
 
Rizgar Bêygzade Babamirî, 47 salî, kurê Silhedîn jî, di 28ê Xakelêweya 1402’an a Rojî de, ji aliyê hêzên ewlekarî ve, bêyî belgeya dadwerî hatiye binçavkirin.
 
Her wiha li roja 6’ê Banemera 1402’an a Rojî de ciwanê bi navê Mam Xosrewî li bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bê belgeya dadwerî hatiye binçavkirin.
 
Ev 5 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Bokanê, bo çend mehan li girtîgeha Îtlaata Urmiyê de, ji bo wergirtina îtirafên bi zorê, rastî îşkenceyên giran ên laşî û derûnî hatibûn, piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatin veguhastin.
 
Di vê dema binçavkirinê de ji van kesan re mafê hevdîtina bi parêzeran û hevdîtina bi malbatên xwe re hatibûn bêparkirin.