Mehabad; Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

12:50 - 30 Kanûna pêşîn 2024

Sibeha roja Yekşemî 9’ê Befranbara 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Cemal Şêxapûr” û “Efşîn Xelîfezade” xelkê gundê “Qom Qela” ser bi navçeya Şarwêran a Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. .
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev du welatî binçav kirin e.
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser wan du welatiyên Kurd de tine.
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Cemal Şêxpûr û Efşîn Xelîfezade