Bane: Kolberê bi navê Îdrîs Nadirî yê 30 salî bi sedema sirr û seqemê jiyana xwe ji dest da

01:05 - 29 Kanûna pêşîn 2024

8ê Befranbara 1403an a Rojî, bi sedema sirr û seqemê 4 kolberên Kurd li bilindahiyên Hefttaş li sînorê Bane asê mabûn, kolberê ciwan bi navê “Îdrîs Nadirî” xelkê gundê “Qol Êstir” a bajarê Bane di sedema sirr û seqemê, jiyana xwe ji dest da û herwisa rewşa kolberekî din jî giran e hatiye ragihandin.
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Sibeha roja 8ê Befranbara 1403`an a Rojî, Îdrîs Nadirî tevî sê kolberên din li bilindahiyên sînorê Hefttaş li sînorê Banê, ketin ber berf û hewaya sar û di encamê de Nadirî canê xwe ji dest da û rewşa kolberekî din jî giran hat ragihandin.
 
Piştre termê vî kolberî ji aliyê gel û hêzên Heyva Sor ve bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane hat veguhastin û malbat ji bo wergirtina termê wî ber bi nexweşxaneyê ve çûn.
 
Ji aliyeke din ve yek ji wan kolberên birîndar ku bi sedema sermayê di nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Bane de di bin çavdêriya pizîşkî de ye, xelkê gundê “Boyîn a jorê” ya bajarê Bane ye, heya niha nasnameya wî ji Kurdpa re nehatiye eşkerekirin.
 
Îdrîs Nadrî zewicî ye û zarokek wî heye.