Pîranşar; Binçavkirina Aram Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
10:50 - 28 Kanûna pêşîn 2024
Sibeha roja Înê 7’ê Beranbara 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Aram Mihemedî” xelkê “Peswê”a ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala şexsî ya vî welatiyê han û bi tundî ew girtine.
Aram Mihemedî zewicî ye û du zarokên wî hene.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Mihemedî de ti agahî tine ne.