Binçavkirina Îbrahîm Golenber birayê Îsmaîl Golenber yek ji qurbaniyên xwepêşandanên sala 1401an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
Roja Çarşemî 5ê Bemranbara 1403an a Rojî, Îbrahîm Gol-Enbar, birayê Îsmaîl Gol-Enbar, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Cewanroyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê kurd li ser rêya Bîstûn- Kirmaşanê dema ku ji Tehranê vedigeriya Cewanroyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirin e.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Îbrahîm Gol_Enbar de ti agahî nehatine bidestxistin.
Di 30’ê Xezelwera 1401’an a Rojî de, Îsmaîl Gol-Enbarê xelkê Cewanroyê di xwepêşandanên giştî yên vî bajarî de û piştî merasîma sersaxiya Behadîn Veîsî û Îrfan Kakayî, dema ku hêzên serkutker yên hikûmet teqe li beşdarên vê merasîmê û xwepêşanderan kirin; Bi guleya rasterast a hêzên serkutker hat kuştin.
Îsmaîl zewicî bû û keçeke wî ya du salî hebû.