Mesûd Celîlyan li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê hate îdamkirin

21:25 - 26 Kanûna pêşîn 2024

Sibeha roja Çarşemî 5ê Befranbara 1403an a Rojî, girtiyê bi navê “Mesûd Celîliyan” yê xelkê vajarê Kirmaşanê li girtîgeha Qisilhisar a  Kerecê hate îdamkirin.
 
Di rojên derbasbûyî de ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hatibû veguhastin.
 
Ev girtiyê han 7 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.