Şîr Elî Terkêşbend li Girtîgeha Navendî ya Reştê hat îdamkirin
20:16 - 28 Çirriya paşîn 2024
Sibeha roja Çarşemî 30’ê Sermaweza 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Şîr Elî Terkêşbend” xelkê bajarê Sehne ya parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Reştê (Lakan) hate îdamkirin.
Ev girtiyê hanê berî niha bi tohmeta “kirîn û frotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn .
Şîr Elî Terkêşbend ji gundê “Siyaçiqa” ya ser bi parêzgeha Sehne ye.
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.