Dadgeha Pêdaçûnê; Cezayê 10 sal heps a Sirwe Pûrmihemedî bi 5 sal heps kêm kir
Cezaya 10 sal heps a Sirwe Pûrmihemedî endama komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” li dadgeha pêdaçûn kêm kir bi 5 salan.
Ev cezayê han roja Duşemî 5’ê Sermaweza 1403’an a Rojî, bi parêzerê xanim Pûrmihemedî re hatiye ragihandin û di rojên bê de dê were cîbicîkirin.
Pêştir ev endama komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” ji aliyê taya yekem a dadgeha şoreşê ya Sine bi serokatiya dadwer “Keremî” bi tohmeta “avakirina girûp û pêkhateyan bi mebesta têkdana ewlehiyê” bi 10 sal heps hatibû cezakirin.
Roja Duşemî 24ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, Sirwe Pûrmihemedî bi awayekî demkî ji navenda çaksaziyê ya Sine heta dawîhatinadozê hat azadkirin.
Roja Yekşemî 9ê Rêbendana 1401an a Rojî, ev welatiya han di dema şopandina rewşa endamên binçavkirî yên komeleya civakî-çandî ya “Nûjîn” li dadgeha Şoreşa bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin.