Mistefa Sûrî li girtîgeha Kirmaşanê hat îdamkirin
17:15 - 25 Çirriya paşîn 2024
Sibeha roja Çarşemî 30’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, girtiyê bajarê Kengawerê yê bi navê “Mistefa Sûrî” li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hat îdamkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han pêştir bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.