Şino; Akam Mîhenixa ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

14:35 - 10 Çirriya pêşîn 2024

Roja Sêşemî 17’ê Rezbera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Akam Mîhenixa” kurê Zurar xelkê gundê “Mîrava” ya ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han di nava mala wî de binçav kirin e. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Akam Mîhenixa de ti zanyariyek tine.