Merîwan; 18 meh cezayê girtîgehê li Îbrahîm Xîşkar hate birîn

09:12 - 3 Çirriya pêşîn 2024

Welatiyekî Kurd bi navê “Îbrahîm Xîşkar” xelkê gundê “Dil” a ser bi bajarê Serwavayê û rûniştiyê bajarê Merîwanê ji aliyê dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi salek heps û şeş meh hepsa ragirtî hat cazakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev welatiyê han bi “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozîsyona hikûmeta Îranê re” tometbar kiriye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Îbrahîm Xîşkar di rojên derbasbûyî de bo dadgeha Şoreşa Merîwanê hatibû gazîkirin û ev biryar bi fermî jê re hat ragihandin. 
 
Ev welatiyê Kurd dikare di heyama 20 rojan de ji roja ragihandinê de, nerazîbûna li ser biryara dadgeha yekem bike û ev biryar li dadgeha pêdaçûnê were vekolîn. 
 
Roja Pêncşemî 3’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê ev welatiyê hanê bêyî belgeya dadgehê li yek ji şeqamên Merîwanê binçav kiribûn û piştî binçavkirina nêzîkî mehekê bi danîna barimteyê, bi awayekî demkî hatibû azad kirin.