Urmiye; Hemîd Çapatî piştî eşkerekirina dozê bi danîna barmteyê hat berdan

01:12 - 17 Çirriya pêşîn 2024

Roja Çarşemî 25’ê Rezbera 1403’an a Rojî, Hemîd Çapatî, çalakvanê medenî ê Kurd ê Urmiyê, piştî ku di lêpirsîna Serdozgeriya Giştî û Şoreş a Urmiyê de hat tohmetbarkirin, bi danîna barimteya demkî heta dawiya dozê hat berdan. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê medenî ji aliyê dadwerê lêkolînê ve bi “propagandakirina li dijî hikûmetê, alozkirina hizra giştî û çalakiyên medyayî yên di berjewendiya Îsraîlê de” hatiye tohmetbarkirin. 
 
Sibeha roja Çarşemî 25’ê Rezbera  sala 1403’an a Rojî, Hemîd Çapatî, piştî gazîkirina bo îdareya ewlehiyê, bi sebeba belav kirina nivîsa rexneyî li torên civakî, hatibû binçavkirin.