Têyfûr Selîmî Babamîrî piştî danîna barimteya Sê milyar Tûmenî ji girtîgeha Urmiyê hat berdan

06:32 - 3 Îlon 2024

Roja Yekşemî 11ê Xermanana 1403an a Rojî, Têyfûr Selîmî Babamîrî xelkê bajarê Bokanê, bi danîna barimteya Sê milyar Tûmenî heya dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Urmiyê hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, piştî şopandina parêzerê dosyaya Têyfûr Selîmî Babamîrî, dadgehê bi berdana wî ya demkî bi danîna barimteyê razî bû. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han nêzî çar mehan li girtîgehên ewlekarî yên Bane, Sine, Bokan û Urmiye de hatiye lêpirsîn û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatiye veguhastin. 
 
Ev welatiyê Kurd li bajarê Bane, bê belgeya dadgehê, li meha Reşemeya sala 1401`an a Rojî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Ev welatiyê han zewicî ye û du zarokên wî hene. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Têyfûr Selîmî Babamîrî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.