Sohrab Awîzken ji girtîgeha Mehabadê hat mirexesiyê

18:40 - 29 Îlon 2024

Roja Pêncşemî 5’ê Rezbera 1403’an aRojî, “Sohrab Awîzken” girtiyê siyasî yê xelkê Mehabadê ku di girtîgeha vî bajarî de derbaz kirina cezayê xwe ye, ji bo mirexesiyê hate şandin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê siyasî yê Kurd bo 5 rojan bo mirexesiyê hatiye şandin. 
 
Roja Şemiyê 18’ê Sermaweza sala 1402’an a Rojî, Sohrab Awîzken ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin. 
 
Ev xwenîşander di meha Banemera sala 1402’an a Rojî de, bi tohmeta “komkirin û lihevkirina bi mebesta têkbirina ewlehiya netewî” û “xerabkirina aramî û ewlehiya giştî” ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê ve, bi Sê sal heps û Sê sal dûrxistin bo bajarê Zencanê hatiye cezakirin. 
 
Di Sermaweza sala 1401’an de, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de, Sohrab Awîzken ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li çarrêya Azadî ya bajarê Mehabadê hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê biribûn navendeke ewlehiyê ya Urmiyê. 
 
Ev welatiyê han piştî lêpirsînê bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin.