Şino; Siyamend Zengî bi danîna barimteyê hat berdan

10:07 - 26 Îlon 2024

Roja Çarşemî 4’ê Rezbera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Siyamend Zengî” temen 27 salî, xelkê gundê “Kanî Sûrik” a ser bi bajarê Şinoyê, piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. . 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han li girtîgeha Îtlaata Urmiyê de dihat lêpirsînkirin û piştî lêpirsînê bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin. 
 
Sibeha roja Çarşemî 14ê Xermanana 1403`an a Rojî, ev welatiyê Kurd bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Siyamend Zengî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.