Bokan; Binçavkirina 3 welatiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

00:31 - 26 Îlon 2024

Roja Çarşemî 4’ê Rezbera 1403’an a Rojî, 3ê welatiyên Kurd bi navên “Sirwe Şîrî” temen 22 salî, “Pêyman Şîrî” temen 19 salî û “Ferdîn Şîrî” xelkê gundê “Terexe” ya ser bi bajarη Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî hebûna belgeya dadgehê avêtine ser gundê “Tarexe” û ev her sê welatiyên han binçav kirin e. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev sê welatî ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatine veguhastin. 
 
Sirwe Şîrî û Pêyman Şîrî xwişk û bira ne û Ferdîn Şîrî jî pismamê wan e. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her sê welatiyên Kurd tine. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Sirwe Şîrî, Ferdîn Şîrî û Pêyman Şîrî