Binçavkirina Pûriya Hisêynî ji aliyê hêzên ewlehiyê li Dîwandereyê

22:35 - 19 Îlon 2024

Roja Pêncşemî 29ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Pûriye Hisêynî” xelkê gundê “Reşîd ava” ya ser bi bajarê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev ciwanê 18 salî bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirin e. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq binçavkirin û tohmetên li ser Pûriye Hisêynî de nînin. 
 
Her di vê derheqê de roja Pêncşemî 29’ê Xermanana 1403’an a Rojî de, welatiyekî Kurd bi navê “Xelîl Esixerî” kurê Namîq xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.