Sîna Mihemedî endamê Encûmena “Jiyar” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

10:33 - 19 Îlon 2024

Roja Sêşemî 27ê Xermanana 1403an a Rojî, Sîna Mihemedî endamê Encûmena civakî ya “Jiyar” û xelkê bajarê “Bilban Ava” ya ser bi bajarê Dêhgolan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî hebûna belgeya dadgehê avêtine ser mala wî çalakvanê kurd û ew binçav kirine. 
 
Sîna Mihemedî 26 salî ye û xwendekarê beşa civaknasiyê li zanîngeha Kurdistanê ye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Mihemedî de ti agahî tine ne.