Binçavkirina Aram Sadiqî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Sine

20:03 - 17 Îlon 2024

Roja Sêşemî 20ê Xermanana 1403an a Rojî, Aram Sadiqî welatiyê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han li yek ji cadeyên bajarê Sine de bêyî nîşandana belgeya dadgehê li ber deriyê dukana wî de binçavkirin e û ji bo lêpirsînê birin girtîgeha Şehramferê veguhastin e. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heya niha Sadiqî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Aram Sadiqî de ti agahî nehatine bidestxistin.