Merîwan; Zaniyar Efiserî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçav kirin

19:14 - 13 Îlon 2024

Roja Çarşemî 21ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Zaniyar Efiserî” temen 33 salî, kurê Ehmed, xelkê gundê “Nê” a ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, binçavkirina Efiserî bêyî hebûna belgeya dadgehê hatiye kirin û ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin. 
 
Heya dema weşandina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Zaniyar Efiserî de ti agahî nehatine bidestxistin. 
 
Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 20ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Kamran Efiserî” kurê Ehmed xelkê gundê “Nêy” a ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û piştî du rojan hatiye azadkirin.