Girtîgeha Urmiyê; Siyamek Heyasî piştî bi danîna barimteyê hat berdan

18:01 - 12 Îlon 2024

Roja Çarşemî 21’ê Xermanana 1403’an a Rojî, Siyamek Heyasî welatiyê Kurd xelkê gundê “Hacî ava” ya ser bi bajarê Bokanê piştî danîna barimteya Du milyar Tûmenî ji girtîgeha Urmiyê bi awayekî demkî hat azadkirin. 
 
Ev welatiyê han piştî binçavkirinê ji aliyê dezgehên ewlekarî yên Bokanê ve bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û piştî 5 mehan ji binçavkirin û lêpirsîna li vê girtîgehê, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
 Heyasî 109 rojan di odeya takekesî de hatibû ragirtin û rastî îşkenceyên giran hatibû. 
 
Ev welatiyê Kurd di binçavkirin û lêpirsînê de li vê navendê de, ji hemû mafên berevanîkirinê bêpar bûye. 
 
Tohmetbarkirina Heyasî “çalakiya li dijî ewlehiya netewî” û “endamtiya yek ji partiyên kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” ye. 
 
Êvara roja Çarşemî 30’ê Xakelêweya 1402’an a Rojî, Siyamek Heyasî bêyî nîşandana belgeya dadgehê hatiye binçavkirin. Piştî binçavkirin wî, hêzên ewlehiyê li mala wî geriyan û dest danîn ser hin kelûpelên şexsî yên Heyasî ku ji wan laptop, telefona destan bûn.