Mamoste Sabir Xwedamuradî 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

18:33 - 29 Tebax 2024

Mamosta Sabir Xwedamuradî, pêşnimêjê Înê yê bajarokê Qevex a ser bi bajarê Seqizê, ji aliyê dadgeha taybet a Rûhaniyet ya Hemedanê ve, bi 15 meh girtîgeh hat cezakirin. 
 
Vî mamosteyê olî yê Kurd li ser kanala xwe ya Telegramê ragehand: li dûv pêwendiya telefonî ya dadgeha taybet a Rûhaniyet ya Hemedanê, bi tohmeta “propaganda li dijî hikûmetê” bi 15 sal girtîgeh hatiye cezakirin. 
 
Di Pûşpera sala 1402an a Rojî de mamoste Sabir Xwedamuradî ji bo dadgeha taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hatibû gazîkirin. 
 
 Roja Yekşemî 10’ê Banemera 1402’an a Rojî de, ev mamosteyê olî yê Kurd bi tohmeta “propaganda li dijî hikûmetê” û “têkdana raya giştî” ji aliyê dadgeha taybet a Rûhaniyet ya bajarê Hemedan ve, bi 7 meh û nîv hepsa demkî û 74 qamçiyan bo heyama sê salan ratgirtî hat cezakirin. 
 
Roja Çarşemî 6ê Banemera sala 1402an a Rojî de, ev mamosteyê olî bo cara sêyem ji ber piştgirîkirina serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî di xutbeyên nimêja înê de, bo dadgeha taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hatibû gazîkirin.