Li sînorê Merîwanê ji ber şopandina hêzên leşkerî yên dewletê kolberek birîndar bû
20:53 - 23 Tebax 2024
Roja Çarşemî berwar 31’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Kyûmers Rastxane” xelkê Merîwanê, li sînorên vî bajarî, bi sedema şopandina hêzên leşkerî yên dewletê, ji bilindahiyê ket û bi giranî birîndar bû.
Di vê bûyerê de kolber ji lingê xwe birîndar bûye û ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Merîwanê.
Kyûmers Rastxane zewicî ye û ji gundê "Dûplore" ya ser bi Merîwanê ye.