Dîwandere; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

17:11 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Pêncşemî 14’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Korûş Şerefpûr” xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hatiye binçavkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirina Şerefpûr, hêzên ewlehiyê bi ser mala wî ya şexsî de girtin û li mala wî geriyan. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev welatiyê Kurd ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sine hatiye veguhastin. 
 Şerefpûr xelkê gundê “Reşîd Ava” ya bajarê Dîwandereyê ye. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Korûş Şerîfpûr de ti agahî nehatine bidestxistin.