Girtiyê siyasî yê Kurd Nayîb Hacîzade piştî neştergeriyê bo girtîgeha Urmiyê hat vegerandin

20:38 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Çarşemî 3ê Gelawêja 1403an a Rojî, “Nayîb Hacîzade” girtiyê siyasî yê Kurd, piştî neştergeriyê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hat vegerandin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê siyasî li nexweşxaneyê zikê wî hatiye emeliyatkirin. 
 
Roja Yekşemî 13’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, Nayîb Hacîzade piştî danîna barimteyk 3ê milyar Tûmenî, ji bo nexweşiyê hat şandin. 
 
Ev girtiyê siyasî roja Yekşemî 3ê Reşemeya 1399`an a Rojî, bi sedema hebûna platîn di lingê wî de, li nexweşxaneya dervayî girtîgehê, neştergerî bo hatibû kirin û platîn ji lingê wî hat derxistin. 
 
Nayîb Hacîzade welatiyê gundê “Îngice”ya ser bi Urmiyê, 16’ê Rezbera 1398’an a Rojî, bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja 27’ê Rezber a heman salê, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin. . 
 
Ev girtiyê siyasî yê Kurd bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de û propaganda li dijî hikûmetê” ji aliyê taya duyem a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve,  10 sal û rojek girtîgeh bo hatiye birîn.