Hejmara kesên ku di girtîgeha Dêzêl Avaya Kirmaşanê de hatine îdamkirin, gihîşt 2 kesan

13:56 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

ibeha roja Yekşemî 31’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, cezayê îdamê yê girtiyê bi navê “Xelîl Cemalî” kurê Mihemed xelkê bajarê Serpêla Zehawê li girtîgeha Dêzêlavaya Kirmaşanê brirêveçû û bi îdamkirina vî girtiyê re, hejmara kesên di vê rojê de hatin îdamkirin derket 2yan. 
 
Ev girtiyê han 2 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 
 
Xelîl Cemalî zewicî ye û sê zarokên wî hene. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Yekşemî 31’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, cezayê îdamê yê girtiyekî bi navê “Danîyal Kazimînejad” xelkê gundê “Lêr” a ser bi bajarê Îslamavaya Xerbê, bê agahdarî û mafê hevdîtina dawîn ligel malbata xwe li girtîgeha Dêzêlavaya Kirmaşanê birê ve çû.